Penaberên bakur û rojhilat ên li Şêladizê di jiyanekî nexweş de dijîn

Amêdî (Rûdaw) – Di encama befir û barana zêde ya li Herêma Kurdistanê, hêjmarek xêzanên penaber ên bakur û rojhilatê Kurdistanê yên li komelgeha Şêladizê di çadiran de dijîn, zererên maddî gihan wan.

AMÊDÎ / BAŞÛRÊ KURDISTAN - Qeymeqamê qezaya Amêdiyê Îsmaîl Mihemed ji Rûdawê re got: “Di encama befir û barana zêde ya li Herêma Kurdistanê bariyî, duh 30 xêzanên penaber ên parêzgeha Wanê ên li Şêladizê, çadirên wan bi ser wan de ketin û zererên maddî gihan wan. Ji bilî vê yekê 99 xêzanên din jî av di nava çadirên wan de rawestiyabû û zererên maddî gihan wan. Ji ber vê yekê jî ew xêzan li malên komelgeha Şêladizê bi cih bûne.”

150 xêzanên penaber ên bajarê Wanê yên Bakurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê li komelgeya Şêladizê ya girêdaya qezaya Amêdiyê di bin çadiran de dijîn. Ji ber barîna befir û barana zêde, ew xêzan di jiyanekî nexweş de dijîn.

Qeymeqamê qezaya Amêdiyê Îsmaîl Mihemed di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Me lijneyek şand wê derê û ji bo zererên wan diyar bikin. Piştre jî rêveberiya Koç û Koçberan a Dihokê ji bûyerê agehdarkirine. Biryare îro 30 çadir, kelûpelên pêwîst û xwarin ji bo wan penaberan bê şandin û li ser penaberan bê parvekirin.” (Rûdaw)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin