Pergala niha her ku diçe civakê ber bi felaketê ve dibe

Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavûz, îfade kir ku sîstema niha teşwîqî bal sûc dike, ji ber vê yekê her ku diçe civakê ber bi felaketê ve dibe.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavûz, îfade kir ku ev sîstem teşwiqî bal sûcan dike û xwe vedişêre û qurbanan dide pêş û wiha got, “Di projeya me ya ‘Dewleta Edaletê’ de emê kûkla paşçav nekin û her tim kûklabazan hedef bigrin.”  

Yavûz, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku lazim e bi sûc û bi kesên sûcdar re baş micadele bê kirin û temamê rêyên diçin bal sûcan bi destê dewletê bên girtin û wiha got, “HUDA PAR bawer dike ku edalet û rûmet ji bo însanîyetê nebe nabe”.

Yavûz, destnîşan kir ku di pergala ew waad dikin de nirxên manewî dê di temamê sazîyên sîstemê de bibe hakim û wiha li axavtina xwe zêde kir, “HUDA PAR, ‘Şanazîya Însanîyet’ û ‘Edalet’ê bi ser her tiştî re digire. Di pergala ku HUDA PAR waad dike ya hur û adil de ‘Berya sûc exlaq, û hiqûq jî berya sûc dikeve sepanê!’Di pergala em waad dikin de nirxên manewî di serî de dê sîstem û temamê sazîyên sîstemê de bê bên xistin sepanê.”

“Micadela herî baş rêgirtina li dijî sûc û sucdara ye”

Yavûz, îfade kir ku lazim e ne kûkla, her tim kûklabaz hedef bê girtin û wiha got, “Pergala ‘Dewleta Edalet’ê ya HUDA PARê de, dê kûkla paşçav neyê kirin û her tim kûklabaz hedef bê girtin.   

“Ji ber ku sîstema niha teşwîqa sûcan dike her roj diçe civakê ber bi felaketê ve dibe”

Yavûz, wiha got, “Heger di sîstemekê de exlaq winda bûbe û hiqûq ji holê hatibe rakirin sîstem bi xwe sûc hildiberîne û civakê dixe nava gunehan. Pergala niha bi xwe sûc hildiberîne û vî miletî ber bi felaketê ve dibe.”

“Divê gotina Hz. Alî ya ‘Ji borûyê pîs ava temîz naye!’ esas bê girtin”

Yavûz, di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku me peyman da ku kî borîya pîs paqij bike emê piştgirîya wan bike û wiha dawî li axavtina xwe anî, “Em wek HUDA PARê temamê bûyerên diqewime di cî de taqîb dikin û li gor wan hereket dikin û bi îzna Xweda emê nekevin dafikê. Tiştên bê kirin eşkereye: Divê gotina Hz. Alî ya ‘Ji pozî pîs ava paqij naherike!” wek esas bê girtin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû