Pêşangeha wêneyan a “Heftîya Mustazafên Cîhanê” hat vekirin

Li Tatwana Bidlîsê ji ber minasebeta Heftîya Mustazafên Cîhanê pêşangaha wêneyan hat vekirin. Xelkê eleqeyeke mezin nîşanî pêşengehê dan.

Ji teref UMUT-DERa Tatwanê ve di bergeha Heftîya Mustazafên Cîhanê pêşangeha wêneyan hat vekirin. Di pêşangeha ku hat vekirin de wêneyên qetlîamên ku li Yemen, Sûrîye, Halepçe, Arakan, Bangledeş, Başbaglar, Sûsa, New Zeland, Misir, Filistîn, Tirkistana Rojhilatê hatin kirin û qetlîma 6-7 Cotmehê hatin pêşkêşkirin. Xelkê Tatwanê eleqeyeke mezin nîşanî pêşangehê da.

Endamê  Lijneya Birêveberîya  UMUT-DERa Tatwanê Mahmut Faruk derbarê mijarê de diyar kir ew ji bo mustazafên cîhanê nedin jibîrkirin pêşangaheke wisa vekirine.

Faruk di berdewama axavtina xwe de diyar kir xelkê eleqeyeke mezin nîşanî pêşangehê dane û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dîrokên 16-23ê Adarê wek ‘Heftîya Mustazafên Cîhanê’ tê îdrakirin. Piştî destûrên lazim me di vê AVMyê de pêşangeha xwe vekir. Xelkê me teweccuheke baş nîşanî pêşangehê da. Me vê bernamê tertîp da ku zilm û zordarîya u li ummetê hatiye kirin neyê jibîrkirin. Niyeta me heye em her sal bernameyên bi vî avayî tertîp bikin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin