Pêşbirka Hafiztîyê ya Mêran a Fînala Tirkîyê li Diyarbekirê hat tertîpkirin

“Pêşbirka Hafiztîyê ya Mêran a Fînala Tirkîyê” ya ku ji teref Serokatîya Karên Dîyanetê ve tê tertîpkirin li Diyarbekirê hat kirin.

Ji 7 bajêran pêşbirkvan beşdarî “Pêşbirka Hafiztîyê ya Mêran a Fînala Tirkîyê” ya ku li Mizgefta Mezin a Diyarbekirê hat terîtpkirin bûn. Alîkarê Serokê Karên Diyanetê Burhan Îşlîyen, Miftîyê Bajêr Yavuz Selîm Karabayir, Serokwekîlê Şaredarîya Mezin ê Diyarbekirê Cuma Atîlla û malbat û xoceyên pêşbirkvanan û welatî beşdarî bernamê bûn.

Berîya pêşbirkê Alîkarê Serokê Karên Diyanetê Burhan Îşlîyen axavtinek kir û diyar kir “Armanca bernameyan teşwîq in da ku zarokên me berê xwe bidin Qur’ana Kerîm û hezkirina wan a Qur’ana Kerîm zêde bibe.”

Miftîyê Bajêr Yavuz Selîm Karabayir jî di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir Diyarbekir ji roja ku hatiye fetihkirin vir ve bê azan nemaye û dû re wiha got: “ Xortanîyeke nû ya ku muhattaba wehyê be dê bê perwerdekirin.”

Piştî axavtinên ku hatin kirin re 7 hafiz dest bi pêşbirka “Pêşbirka Hafiztîyê ya Mêran a Fînala Tirkîyê” kirin ku temenê exlebeyê wan biçûk bû. Di encama pêşbirka ku hat kirin de ji Amasyayê Esad Gokçe bû 1emîn, ji Stenbolê Mustafa Şîrîn bû 2yemîn û ji Duzceyê Hamza Oztaş bû 3yemîn.

Bername di diaya  ku hat kirin bi dawî bû.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû