Meha Remezanê ya ku tê de şêwaza xwarinê bi temamî diguherî hat paşdeberdan; pispor cejnê wekî "dema derbasbûnê" an jî "dema xweasayîkirinê" bi nav dikin.
Pispor ji bo xwarina di rojên cejnê de van pêşniyarên girîng dikin:
1. Bi taştêyeke sivik û ne zêde dest pê bikin
Ji bo rûniştandina pergala xwarinê û tercîhkirina xwarinên tendurust, destpêkirina bi sibeya cejnê pir girîng e. Ev yek hem pergala parastinê diparêze, hem jî rê li ber girtina kîloyan digire.
Sifre: Divê ji xwarinên sivik pêk bibe.
Dûr bisekin: Ji xwarinên hevîrî, berhemên şarkuteriyê (sosis, salam û hwd.) û xwarinên ku şekirê wan zêde ye dûr bisekin.
Tercîh bikin: Nanê genimê tam, nanê çewderê (çavdar), xwarinên wekî yulafê ku bi fîber (lif) in; çavkaniyên proteînê yên wekî hêk û penîr û sebzeyên teze.
Dem: Kirina taştêyê di saetên zû de alîkariya lezkirina metabolîzmayê dike.
2. Îştaha xwe bi danên navberê hevseng bikin
Bi taybetî kesên ku di Remezanê de rojî girtine, dibe ku di kontrolkirina îştahê de zehmetiyê bikişînin û meyila wan a ji bo xwarina zêde hebe. Piştî demên dirêj ên birçîbûnê, dibe ku bedena serbest mayî bi awayekî ku bibe sedema nexweşiyê berê xwe bide xwarinê.
Çareserî: Ji bo astengkirina îştaha zêde; fêkiyên teze, behîvên xav (çiğ badem), gûz, bindeq an jî şîrên heywanî û nebatî wekî "danên navberê" werin bikaranîn.
3. Li şûna şîraniyên giran, yên sivik tercîh bikin
Divê tercîha şîraniyê zêdetir ji bo şîraniyên bi şîr (sütlü tatlılar) be. Ev şîranî ne yekser piştî xwarinê, lê belê di danên navberê de werin xwarin. Bala xwe bidinê ku hûn her roj şîraniyê nexwin. Heke hûn çîkolatê bixwin, çîkolata tal (bitter) tercîh bikin û xwe bi du kireyên piçûk (10 gram) sînor bikin.
4. Xwarinan bi rêbazên tendurust bipêjin
Rêbaza pijandinê bi qasî naveroka xwarinê girîng e. Li şûna sorpajkirinê; rêbazên wekî birashtin (ızgara), di firûnê de an jî di buharê de pijandinê tercîh bikin. Ev yek hem ji bo kontrolkirina kîloyan hem jî ji bo tendurustiya giştî sûdbax e.
5. Sifreyên xwe bi seleteyên rengîn bixemilînin
Di her danê de, mitleq kasek selete li kêleka xwarinê zêde bikin. Ev şêwaz dihêle ku hûn zêdetir têr bimînin û girtina fîber, vîtamîn û mîneralan zêde dike.
6. Xwe birçî nehêlin
Şaş e ku mirov ji ber ku di danekî de zêde xwariye, xwe bi temamî birçî bihêle. Divê hûn naveroka danê din eyar bikin. Mînak; heke we nîvro zêde xwaribe, şîvê bi kasek mast, xwarineke sebze ya demsalê û seleteyekê derbas bikin da ku giranî li ser mîdeya we çênebe.
7. Ji bo her fîncanek çay an qehweyê, qedehek avê vexwin
Piştî Remezanê, divê hûn roja xwe bi vexwarina 8-10 qedeh avê bixemilînin. Ji bîr nekin ku vexwarinên din cihê avê nagirin. Çay û qehwe dibin sedema windakirina şilemeniya laş; loma ji bo her fîncanek çay an qehweyê, qedehek avê ya zêde vexwin.
8. Bi probiyotîkan pergala parastinê xurt bikin
Bakteriyên sûdbax (probiyotîk) pergala parastinê xurt dikin û pergala herisê (sindirim) birêkûpêk dikin. Mastê malê an jî kefîrê bixin nava bernameya xwe ya xwarinê. Ji bo lêzêdekirinên (teqwiye) probiyotîk ên kîmyewî, mitleq pirsî bi bijîşk an pisporan bikin.