Piştî baranên zêde yên ku rojên dawî de li bajêr bibandor bûn, di ava şebekeyê de şolîbûn û herîbûn derket holê; ji ber vê yekê welatî di mijara vexwarina avê de ketin fikarê. Rayedaran jî hişyarî dan ku bila av çend rojan neyê vexwarin.
Pisporê Nexweşiyên Enfeksiyonê (Întaniye) Dr. Zeynel Abidin Demir, ji mîkrofona ÎLKHAyê re derbarê nexweşiyên enfeksiyonê yên ku di ava herî de dikarin çêbibin û nîşaneyên wan de daxuyaniyên girîng dan. Demir destnîşan kir ku di dirêjahiya dîrokê de nexweşiyên ku bi avê derbas dibin her tim bûne pirsgirêkeke berfireh; wî her wiha bal kişand ser ku di ava herî de nexasim zarok, kal û pîr, û jinên ducanî (hamîle) di bin rîskeke mezintir de ne.
"Îro em bi ava herî re rû bi rû ne û rîska vegirtina enfeksiyonan gelekî bilind e"
Demir wiha got: "Di dîrokê de nexweşiyên enfeksiyonê yên ku bi avê derbas dibin, di nav civakê de her tim bûne pirsgirêkeke berfireh. Îro jî li seranserê cîhanê salê ji 2 milyarî zêdetir mirov ji ber enfeksiyonên avê nexweş dikevin. Li gorî lêkolînên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), li cîhanê hema bêje her deqîqe kesek ji ber van nexweşiyan dimire. Li Tirkiyeyê ji ber ku xebatên binesazî û sanîtasyonê (paqijiya tenduristiyê) baş in, şewbên (salgın) pir mezin nayên dîtin. Lê belê îro em bi ava herî re rû bi rû ne û rîska vegirtina enfeksiyonan gelekî bilind e. Ji ber vê yekê divê em baldar bin. Divê mirov bizanibe ku di rewşên wiha de çi were kirin."
Zeynel Abidin Demir
"Di nexweşiyên kezebê yên mîna Hepatît A û E de dibe ku bêhalî û zerikbûna çavan çêbibe"
Demir, bal kişand ser nîşaneyên ku di nexweşiyên bi avê derbas dibin de derdikevin holê û wiha got:
"Nexweşiyên koma îshalê, nexweşiyên têkildarî kezebê (mîna Hepatît A, Hepatît E) û nexweşiyên ku bi parazîtan çêdibin (mîna giardiya, amîp); dikarin tabloyên bi şêwayê dîzanteriyê pêk bînin. Ev tablo di her koma temenî de di her kesî de dikarin werin dîtin. Lê belê divê nexasim di zarok, kal û pîr, û jinên ducanî de bal bikişînin ser vê mijarê. Gava semptomên (nîşane) têkildarî nexweşiyan hatin dîtin, serlêdana tenduristiyê ya herî nêz yan jî saziyeke tenduristiyê girîng e.
Di nexweşiyên îshalê de dibe ku semptomên mîna taya bilind (agir), di rojê de 5-6 caran derketina derva, zihabûna çerm û zihabûna hundirê dev hebin. Di nexweşiyên kezebê yên mîna Hepatît A û E de dibe ku bêhaliya zêde û zerikbûna çavan çêbibe. Di nexweşiyên parazîtî de jî, li gel semptomên mîna îshalê, dibe ku êşên belavbûyî yên laş û nerehetiyeke giştî were hîskirin. Divê em di vê demê de bêtir baldar bin li hemberî van rewşan. Tê pêşniyarkirin ku piştî destpêkirina giliyan, nexasim zarok, jinên ducanî û kal û pîr di demeke kurt de serî li doktor bidin. Lewra di bûyerên îshalê de windabûna şilemeniyê ya ku jê re dehîdratasyon tê gotin dikare çêbibe û di komên di bin rîskê de ne, divê zûtir destwerdan were kirin."
Dr. Demir derbarê tedbîrên ku divê werin girtin de ev hişyarî dan:
"Di vê demê de bi taybetî tê pêşniyarkirin ku ava şebekeyê neyê vexwarin. Wekî ava vexwarinê divê ava kelandî, ava di ambalajên girtî de an jî ava fîltrekirî (parzûnkirî) werin tercîh kirin. Heke mirov derkeve rêwîtiyê, dikare bi xwe re heban (tablet) klorê bibe yan jî hilberînên di pakêtên girtî de bi kar bîne. Her wiha, divê ji her demê bêtir bal bikişînin ser hîjyena destan. Paqijiya xwarinan jî xwedî girîngiyeke mezin e. Sebze û fêkî heta ku gengaz be divê bi ava kelandî werin şotin û dest bi ava paqij gelek caran werin şotin."
Li aliyê din, rayedaran daxuyandin ku di ava şebekeyê de 7 roj û 24 saetan klorandin tê kirin û li gorî nimûneyên (numune) ku hatine girtin, rewşeke ku tenduristiya mirovan bixe bin metirsiyê tune ye.