Roja çarşemba borî kesek ji malbata ’Seydo Goran’, ku li Urdinê wek ’Seydo El-Kurdî’ tên naskirin, piştî zêdeyî 130 sal dûrî ji malbata xwe ya li warê serekî li Diyarbekirê bi kes û karên xwe şad bû, BasNews çend rojek bû, hevseferê Ebdûlwedûd El Kurdî bû ku neviyê Seydo Goran e, ji bo dîtina kes û karê xwe li qezaya Erxenî ya Diyarbekirê. Serpêhatiya wê malbatê beşeke ji serpêhatiya Kurdan di hundirê 200 salên borî de, bê çawa ji cihê xwe hatine dûrxistin û ji hev pert û belav bûne.
Destpêka dûrxistin û ji hev veqetînê
Sala 1880’yî malbata Seydo Goran ji deştên derdora Diyarbekirê li ser fermana berpirsên dewleta Osmanî bo Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê koç dikin, erkê wan ê serekî parastina wê xeta trênê bû, ku dewleta Osmanî bi Şam û Hîcazê ve girêdabû. Rawestgeha wan a dawî jî dibe welatê Urdinê. Li gel damezrandina wê dewletê Seydo Goran dibin stûneke wê mîrnişêniya nû, li wir hemû dergehek li ber wê malbatê tê vekirin, nifş li pey nifş pile û postên paye bilind di nav saziyên dewletê de werdigirin. Yek ji wan jî ku her zû dibe navekî naskirî yê dîplomasiyê Elî Seydo Goran e, ku sala 1930’ê beşa siyasetê li Zanîngeha Emerîkî ya li Beyrûdê qedandiye, ji xeynî wergirtina çend postên hikûmî û dîplomatîk, çend kitêb jî derbarê dîrok, ziman, ferheng û cografya Kurdî de dinivîse. Kitêba herî navdar a Elî Seydo Goran jî ‘’Geştek ji Emmanê bo Amêdî’‘ ye, naveroka wê kitêbê sefernameya navbirî ye di sala 1932’ê de bo İraq û Kurdistanê. Zanyariyên giranbiha derbarê demografiya bajarên Kurdî de li xwe digire, bi taybetî jî bajarê Kerkûkê.
Ligel wêya ku Elî Seydo Goran pile û postên bilind di nav saziyên dewleta mîrnişîn a Urdinê de wergirtine û bûye cihê baweriya malbata mîrnişînê Urdinê, lê biryara vegera bo warê xwe yên serekî her zindî dimîne, herwiha ew hez û hêviya xwe gehandine neviyên pişt xwe re jî û wesêtî kirine ku divê rojekê ji rojan biçin û kes û karên xwe li Diyarbekirê bibînin.
Di 16’ê Adara 1958’ê de nameyek ji yek ji pismanên wan tê, ku navê wî ‘Hadî Xulfî’ ye û hurgiliyên tam derbarê esil û dara malbatê de tîne ziman, êdî piştre bo wan zelal dibe ku kesê dawî yê malbata wan ligel operasyona ketlîama Ermeniyan de gundê Laxirî bicîh dihêle.
Elî Seydo Goran, piştî wergirtina çend postên hikûmî di sala 1965’ê de bi pileya wezîrê rêpêdayî dibe balyozê Urdinê li Enqereyê, di çarçoveya karê xwe yê dîplomatîk de, li derdora Diyarbekirê bi pey eslê malbata xwe de digere, jêre zelal dibe ku ew ji gundê Laxrî yê ser bi qezaya Erxenî ya Diyarbekirê çûne Serê Kaniyê. Pêgeha dîplomatîk û protokolên siyasî û navdewletî ew azadî nedane Elî Seydo ku ligel ap û kûrapên xwe berdewam be û serdana wan bike. Lê navnîşanê xwe dide kurapekî bavê xwe daku bi nameyan peywendiyên di navbera wan de berdewam bin.
Li gor gotina xelkê gund jî, kesê dawî yê wê malbatê razî nebû wek xizmeta leşkerî êrîşa Ermeniyên gundê xwe bike, loma fermana girtina wî hatiye dayîn û ji aliyê dewletê ve gund jê hatiye standin û çûne Sûriyê, ew nameya ku di sala 1957’ê de digihe destê wan dibe dokumenteke girîng di destê malbata Elî Seydo Goran de daku di rewşeke maqûl de bi asanî bikaribin bi ser şopa xizmên xwe de herin, ji bo eger yên pêşî negihan, neviyên-nifşên nû hevdû binasin.
Malbata Seydo Goran li Urdinê
Malbata Seydo Elî Goran li Urdinê nifş bi pey nifş de çendîn kesayetiyên naskirî û mezin jê derketine. Husnî El-Kurdî emîndarê Emmanê bû, Mistefa Seydo rawêjkarê mîrnişîn bû, Elî Seydo destûra Urdinê daniye. Dr. Eşref El-Kurdî doktorê herî naskirî yê paşayê Urdinê bû, wek doktorê malbata paşayê Urdinê dihat naskirin.
Lê giraniya wê malbatê di sala 1988’ê de bi rengekî din berdewam dibe, ligel damezrandina grûbeke mezin a bazirganî bi navê ‘’Grûba El-Kurdî’‘ qalibekî bazirganî, aborî û pîşesazî bi xwe ve dibîne, û hinek biraziyên Elî Seydo Goran bi çalakiyên neteweyî yên Kurdên wî welatî ve mijûl in. Ew grûb di demeke kurt de dibe hêzeke naskirî ya nav karî bazirganî û veberhênanê li Urdinê. Navendên bazirganî yên herî mezin wek ’‘Ebdûl Mall û Meke Mall’‘ ji aliyê wê grûbê ve tên avakirin. Ew kar ji aliyê her du bira Ubêd û Ebdûlwedûd Ebdûlrehîm ve tê kirin. Damezrandina wê grûba bazirganî baweriyeke zêdetir dibexşe Kurdên Urdinê, ku şanaziyê bi nasnameya xwe ya neteweyî bikin. Ew grûb dibe piştek bo Saziya Selahedîn Eyûbî daku zêdetir bikaribe çalakiyên xwe yên kulturî û neteweyî ya Kurdî zêde bikin û hemû Kurdan di jêr kolikekê de kom bikin. Piştre navendeke çalakiyên rewşenbîrî bi navê navenda Kultura Urdinî pêk anîn û bû havênê peywendiyeke qayîm ligel Herêma Kurdistanê.
Ebdûlwedûd Kurdî ku xwendina endazyarî li Brîtanya qedandiye ji hemû endamên malbata xwe zêdetir bi Kurdistanê ve girêdayî ye û bûye rabirdûya malbata xwe. Wek ew bi xwe behs dike, pêgeha Hewlêrê di dilê wî de Emman e, herwiha Hewlêrê wek kilîla Diyarbekirê dibîne. Di dawî de jî karwanê vegera bo Diyarbekirê ji Hewlêrê dest pê kir.
Roja duşemba borî bo otomobîla wî ku reqema Hewlêrê ye, bi rêya Îbrahîm Xelîl derbasî wî alî bû. Roja piştre Ebdûlwedûd wek xortê ku biçe xwazgîniya keçekê saz û amade bû, bi kamereya xwe ew hemû rê tomar kir ku navenda Diyarbekirê bi qezaya Erxenî û gundê Laxrî ve girêdide.
Berê bi ‘‘Google Earth’‘ dîmenê gundê xwe dîtibû, ku dikeve destê çepê yê rêya serekî navbera Diyarbekir û qezaya Erxenî, Hê gundê wî derneketiye, lê radara dilê wî amaje wêna kir. Gundê Laxrî wek piraniya gundên wê deştê li ser girekî hişk ê dûrîdest e, lê kêfxweşiya Ebdûlwedûd bi awayekî bû te digot qey baxçeyên efsûnî yên Babil dîtine, heta zêdetir nêzîk dibû dil û çavên wî tejîtir dibûn.
Dema gehişt nema karî zêdetir xwe bigire û rondik ji çavên wî bariyan. Derbarê wan rondikan de Ebdûlwedûd got: ‘’Ew giriyê min ê şahiyeke dilê min e ku bi rêya min xewneke bav û bapîr û apên min hat dîtin.’‘
Ligel ku gehiştgund xelk lê kom bûn. Ser û sîmaya wan hevwelatiyan bi tevahî cuda bû ligel ruxsar û xeta dev û çavê Ebdûlwedûd, evna jî nîşaneke ku hîç tiştek wan nagihîne hev, piştre wan hevwelatiyan bi xwe gotin ku ew her sî-çil sal dibe hatine vî gundî û ji kesên din kirîne. Hinek ji wan wiha difikirîn ku ew kesekî Ermenî ye û bi pey wan xezîneyên zêr û pereyan de hatiye, ku dema katlîama Ermeniyan di cihekî nehênî de hatine veşartin. Tu agahiyeke xelkê gund derbarê malbata Seydo Goran de nebû, tenê pêşniyar kirin ku kesekî 80 salî li gundekî cîranê wan heye û derbarê wê navçeyê de gelek tiştan dizane, navê wî jî Hamza Polat e, muxtarê gundê cîranê wan bû, wî muxtarî li malê wêneyekî xwe yê bi kiras û egala Erebî ku li Mekeyê kişandibû, daleqandibû, agahiyeke wî ya baş derbarê malbata Seydo Goran de hebû. Wî jî got ku nasnavê Goran ne yê eşîretê ye, lê deştek heye û jêre tê gotin ‘Deşta Gewran’, lê ya rast navê eşîreta wan ‘Maman’ e, gelek nav bi Ebdûlwedûd re hebûn, ji wan navan muxtarê gund tenê navnîşanê yekî bi navê Seîd zanî ku wî jî berî 10 rojan li qezaya Erxenî koça dawî kiribû, lê serdava hinek kesan danê ku Seîdê wefatkirî dinasîn û li bajarê Erxenî dijîn. Piştî pirs û saloxeke zêde me kurekî Seîd dît.
Navê wî kurî Behcet e, sîmaya wî dişibeha ya Ebdûlwedûd, wan jî dokument û nasnameyên xwe anîn, ligel wan zanyariyên di destê Ebdûlwedûd de anîn berhev. Roja pêncşemê malbata Seîd civiyan, herdu aliyan bi hurgilî qala serpêhatiyên xwe ji hev re kirin. Xizmên Seydo Goran wek piraniya Kurdên Bakur di rewşeke xirab de dijîn, loma ji xeynî wêya ku Ebdûlwedûd yekser hevkariyek pêşkêşî wan kir, di heman demê de soz da wan ku eger gund jî nekirin, dê hewl bide gundekî din ji wan xizman re bikire û çavkaniyeke jiyanê jî bo wan kurapên nû peyda bike. Derbarê vê pêngavê de jî Ebdûlwedûd got: ‘’Divê ji niha û şûnde sermayedarên Kurd wek wan sermayeya xwe ji bo vegerandina mafên zeftkirhi veqetînin û navçeyên xwe pê bihêz bikin, ne ku ji bo guhertina otomobîl, koşk û tiştên nephewist. Di dawî de jî gelekî bi asaûdeyî got: ‘’Dilê min şeydayê xoşewîstiyekê bû, ku berê min nedizanî çiye, îro dilê min bi nehênî gehişte wê xoşewîstiyê, îro min Kudayetiya xwe temam kir, bi hîç alternatîfeke din razî nabim.’‘
http://www.basnews.com