Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve ji ber minasebeta sersala Hicrî peyamek hat weşandin.
Di peyama ku hat weşandin de derbarê mijarê de wiha hat gotin:
Em şad û bextewar in ku cardin me gihaştin salvegera Hicrî ya Hazretî Muhammedê ku gul û xemla dilê me û xweşî û sefaya qelbên me ye.Piştî surginkirina Hazretî Muhammed û sehebîyên wî yên bijarte ji welatên wan re, Xweda wan evdên xwe yên ku pê îman anîne ji zehmetîyan xelas kir ku înşallah ew ê di roja me de jî ummetê bextewar bike.
Qur’an û Sunnet wek du alîyên qumaşekî ku ji hev naveqetin in. Rizgarî û izzeta Mislimanên cîhanê bi şikleke jidayî xwe bi rêya Hazretî Muhammed girtinê û bi tesîskirina biratîya Îslamê mimkûn e. Her çi qas ji ser hicretê 14 qern derbas bûbin jî hetanî ku ummeta Îslamê bi temametî li pey Hz. Muhammed neçe û wan tiştên ku hîn kiriye di heyata xwe de tetbîq neke dê di bin zilmê de binale.
Em hêvî û temennî dikin ku sersala nû ya Hicrî bo Alema Îslamê bibe wesîleya vebûna derîyên xêrê û hatina rojên xweş. Em bi vê minasebetê Salvegera Hicrî ya temamê evîndarên Pêxember pîroz û mibarek dikin.”
ÎLKHA