Polêsê ku tê îddîakirin Cevzet Soysalî înfaz kiriye mir

Polêsê bi navê Bîlal Ozdalê ku tê îddîakirin bersûcê qatil ê Cevzet Soysalê ku di sala 1988an de ji ber nasnameya xwe ya Îslamî hat înfazkirin e, mir.

Cevzet Soysalê ku xwedîyê nasnameya Îslamî bû, ji ber hesasîyetên xwe yên Îslamî di sala 1988an de  hat revandin û hat şehîdkirin. Di wan pêlên dawî de derket holê ku Cevzet Soysal ji teref 6 polêsên FETOyîst ve hatiye revandin û şehîdkirin ku tê diyarkirin polêsê bi navê Bîlal Ozdal jî yek ji wan polêsên FETOyîst ên ku Cevzat Soysal şehîd kirin e ku ev 6 polês berî niha hatibûn binçavkirin.

Berî niha Hulusî Cemîl Altinliyê ku îstîxbaratvan e û derbarê cinayeta Cevzet Soysal de axivî derbarê mijarê de wiha axivî: “ Ji ber ku Bîlal Ozdal di dema îşkencê de bi Kurdî axivîye deşîfre bû. Ji ber vê yekê  Bîlal bi xwe rewşê ji Fethullah Gulenî re got û Ozdal bi talîmata ku ji Gulen bi xwe hat stûyê Cevzet Soysal hat şikand û ew înfaz kir.”

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin Bîlal Ozdalê ku bersûcê qatil ê Cevzet Soysal e û di Midûrtîya Ewlehîya Bajêra Entalyayê dixebitî doh ji ber ku damara wî ketîye mir.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû