Li Makedonyayê, hikûmet ji demeke dirêj ve, li hember muslumana, sîstematîk polîtîkaya te’deyî bikar tîne. Cînayetên ku pêk tên, dixin stuyê muslumana, bi “radîkal Îslamcî” muslumana, li pêş Ewrûpa terorîst nîşan dide. Bi gelek behana, muslumana nerihet dikin, li wan heqaret dikin.
Ji ber van şol û neheqiyê hikûmetê, do piştî limêja înê, musluman li Makedonya, derketin caddeyan, hikûmet û neheqiyê wê yên li muslumana, protesto kirin. Li paytext Uskupê û li çend bajarê din jî, heta ber meclîsa Makedonyayê xelq meşiyan, hikûmetê protesto kirin. Di panqartên xwe de, weha nivîsandibûn “Musluman ne terorîst in”, “Ji tazyîka re bes”
Wekî tê zanîn, di nava meha Nîsanê de, cînayetek hatibû kirin. Piştî cînayetê, emniyetê girtibû ser malên muslumana. Ji Ewrûpa re jî, bi awayî “Îslamciyê radîkal kiriye” hatibû serwîs kirin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)