Qamyon ket restorantê: 3 mirî

Li Kehtaya navçeya Semsûrê qamyona ku frênê wê teqîya ket mescîda restorantê û 3 kesên di qamyonê de jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî birandar bûn. Di dema qezayê de valabûna mescîdê ket pêşîya facîayek mezin.

Qamyona frênê wê teqîya ket mescîda restorantê û qeza kir. Di bûyerê de 3 kesên di qamyonê de jiyana xwe ji dest dan, di dema qezayê de valabûna mescîdê jî ket pêşîya facîayeke mezin.

Li gor agahîyên hatin wergirtin li Kahtayê li ser rêya Bendavê qamyona bi plaqa 63 K 4104 ya di bin kontrola Nusret Çevîk (50) de frênê wê teqîya.   

Qamyona frênê wê teqîya ji kaş ber bi jêr bi surat hat li kêleka rê  ket mescîda restorantê.

Di qezaya elîm de Engin P. (13), Yûnûs Aciyan (20), Bunyamîn Aciyan û Vatan Polat di qamyonê de asê man.

Piştî qezayê gelek ekîbên tendurstî, AFAD, agirkujî, UMKE û polêsan sewqî cîyê bûyerê hat kirin. Pişt xebata kekîban ya saeteke 4 kesên di qamyonê de asê mabûn bi zehmetî hatin derxistin.

Di qezayê de ajovanê qamyonê Nusret Çelîk, Vatan Polat û Bunyamîn Aciyan li cîyê bûyerê jiyan xwe ji dest dan, Engîn P. û Yûnûs Aciyan jî birîndar bûn. Kesên birîndar piştî midaxeleya ewil ya li cîyê bûyerê hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Kehtayê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

 














 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn