Qasimî: Rejîma siyonîst dixwaze di nav welatên Misliman de îhtîlafê derîne

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî destnîşan kir “Rejîma siyonîst dixwaze di nav welatên Misliman de îhtîlafê derîne.”

Behram Qasimîyê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê, ziyareta ku ji teref serokwezîrê rejîma siyonîstan ve li Ummanê hat kirin rexne kir û got “ Ev rejîm dixwaze di nav welatên Misliman de îxtîlafê derîne û wan zilmên ku 70 salan li xelkê Filistîn ê mezlûm  tên kirin veşêre.”

Qasimî di berdewama axavtina xwe de diyar kir “ Li gorî me welatên Îslamê di bin zexta Qesra Spî de ne. Ew lobîyê siyonîst a li Amerîka, zextan li welatên Îslamê dikin da ku pêwendîyên xwe yên bi vê rejîmê re asayî bikin. Li ber daxwazên xeyrî meşrû yên li Amerîka û rejîma siyonîstan stûxwarkirin dê bibe sedem ku ew li herêmê bibin xwedî gotin û dê bibe sebeb ku mafên xelkê Filistînê bên piştguhkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e