Hat ragihand li nêzî Dîkîlîya navçeya Îzmîrê qayîka ku penaber vediguhast binav bû. Di encama bûyera ku qewimî de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kesên ku hewldanên xwe derketin qeraxê xelas bûn.
Derbarê mijarê de ji teref Fermandarîya Ewlehîyê ya Qeraxê ve derbarê bûyera ku qewimî de daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de derbarê mijarê de hat diyarkirin bûyer di 12ê Mijdarê di seat 06.19an de pêk hat û di encama îxbara ku ji wan re hat kirin de li herêma bûyerê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatin destpêkirin.
ÎLKHA