Qedexeya derkertina derve ya li37 gund û gundikên Diyarbekirê hat rakirin

Qedexeya derkertina derve ya ku berî niha li37 gund û gundikên Licê û Henêya girêdayê Diyarbekirê hatibû îlankirin hat rakirin.

Doh bi daxuyanîya ku hatibû belavkirin hatibû ragihandin li 15 gund û 22 gundikên ku girêdayê Licê û Hêneya Diyarbekirê ne, ji ber operasyonên dê li dijî PKKê bên kirin heta daxuyanîyeke din derketina derve hatibû qedexekirin ku ev qedexe îro hat rakirin.

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat destnîşankirin ji ber operasyona ku dê li dijî PKKê bê lidarxistin li gundên Kaledîb, Akçayurt, Topçular, Yukari Turali, Kalaba, Uzunlar, Serenkoy û li gundikên bi navê Başakli, Guzelce, Taşburun, Karapîlyarî, Mezartarlasi, Siraevler, Horsel, Çay, Damlatepe, Uysal, Aşagı Turali, Gurbulaka girêdayê Hênê û her wisa li gundên bi navê Şenlîk, Bîrlîk, Abali, Ergînkoy, Tuzlakoy, Çeper, Daralan, Durukoy û li gundikên bi navê Elmadere, Agilçik, Akçapinar, Ayaz, Şakan, Boyluca, Dahlik, Alîkahya, Hacimusabey, Kutlamişa girêdayê Licê  derketina derve hatibû qedexekirin ku ev qedexe îro hat rakirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû