Qedexeyên hilbijartinan dest pê kirin

Qedexeyên hilbijartinê yên ku ji terefLijneya Bilind a Hilbijartinê ve hatine diyarkirin dest pê kirin.

Ji teref Lijneya Bilind a Hilbijartinê ve qedexeyên hilbijartinê yên ku divê partî li gorî wan hereket bikin hatin daxuyandin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref YSKyê ve hatiye belavkirin namzedên partîyên siyasî, namzedên xweser ew ê karibin bi devkî û niviskî û her wisa bi dîmenan propagandaya xwe bikin.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin namzed dikarin heta ku berî ku roj herî ava 2 seatan bi deng bi şertê ku xelkê aciz nekin propagandaya xwe bikin. Her wisa buroyên hilbijartinê jî dikarin di navbera seat 09.00-23.00an de vekirîbin.

Di dawîya daxuyanîyê de hat diyarkirin ew ê propagandayên hilbijartinê di 30ê Adarê di seat 18.00an de bi dawî bibin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin