Qerara Daniştayê ya derbarê “Sonda Xwendekaran” de dê li 81 bajêran bê protestokirin

Serokê Giştî yê Memûr-Sen û Egîtîm-Bîr-Senê Alî Yalçin bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir ew ê qerara Daniştay a derbarê “Sonda Xwendekaran” de nas nekin û bi daxuyanîya çepemenîyê bertek nîşanî bidin.

Daîreya 8emîn a Daniştayê hukmê rêziknameya “Sonda Xwendekaran” a ku li dibistanên navîn dihat tetbîqkirin û berî niha hatibû rakirin betal kir. 

 piştî vê qerara Daniştayê, ji teref Serokê Giştî yê Memûr-Sen û Egîtîm-Bîr-Senê Alî Yalçin ve daxuyanîyek hat dayîn. Yalçin di daxuyanîya ku ji ser medyaya civakî belav kir de desnîşan kir “ Daniştay xwe xistiye şûna birêvebirinê û selahîyeta kontrolkirina gûncavbûna li hiqûqê binpê kiriye. Em ê îro li 81 bajêran di seat 11.00an de qerara Daniştay a derbarê “Sonda Xwendekaran” bi daxuyanîya çapemenîyê protesto bikin.

Daniştay qaşo ji ber ku dijberê zanistîyê ye qerara Sondê betal kiriye.

Gelo Daniştay sazîyeke darazê ye? Naxwe Sazîya Zanistê ye?  Ev qerara ku hat dayîn wan heyamên berî niha yên ku ji hedê xwe derketine anî bîran.

Parastina Wezaretê ye? Bo gotineke tenê ev yek rezalet e.

Em qetîyyen qerarê nas nekin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir