Qesra Spî: Me dest vekişandina leşkerên Amerîka yên li Sûrîyê kir

Berdevka Qesra Spî Sarah Sanders qala hebûna Amerîkaya îşxalker a li Sûrîyê kir û diyar kir “Me dest vekişandinaleşkerên Amerîka yên li Sûrîyê kir.”

Sarah Sandersa Berdevka Qesra Spî piştî îddîayên ku di çapemenîyê de derketin ku di wan îddîayan de dihat diyarkirin ew ê Amerîka ji Sûrîyê leşkerên xwe vekişîne re daxuyanîyeke nivîskî belav kir. Berdevk Sarah Sanders qala hebûna Amerîkaya îşxalker a li Sûrîyê kir û diyar kir “Me dest vekişandina leşkerên Amerîka yên li Sûrîyê kir.”

Donald Trumpê Serokê Amerîka jî derbarê mijarê de ji ser hisaba xwe ya twîtterê daxuyanîyek da. Trump di daxuyanîya xwe de diyar kir “ Di heyama serokatîya min de sedema hebûna me ya li Sûrîyê bes DEAŞ bû û me DEAŞê mexlûb dike.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e