Qetlîama Emrîka

Li Pakîstanê Di Êrîşa Bi Fuzeyan De 16 Kes Hatin Qetil Kirin

Li gor xeberan hat diyar kirin, teyarên Emrîka yên bê însan li bakura Pakîstanê 16 kes qetil kir. Çar kes jî birîndar bûn. Êrîşa vê sibehê, dîsa li herêma Wezîrîstana bakur, li herêma aşîretan, li Mîr ‘Elî û Mîranşahê hat rast kirin. Herêma hadîseyê, nêzî sînorê Efğanîstanê ye.

Bi vê êrîşê di her sê rojên dawî de, bi êrîşên fuzeyên Emrîka, hejmara kesêk kuştî gîha 30î. Şahidên hadîseyê diyar kirin ku piştî hadîseyê, çar teyarên bê însan, li ser herêma aşîretan hatine dîtin.

Van êrîşên Emrîka, dîsa bê xwestina hikûmeta Pakîstanê tên kirin. Ji serê vê salê vir ve, li vê herêmê, di bîst êrîşên van teyarên bê însan de, zêdetirî 150 kes hatine qetil kirin. Digel hikûmet dixwaze Emrîka van êrîşa biqedîne jî, fûzeyên bê îman, qetil kirina însanên sivîl didomînin.

Teyarên Emrîka yên bê însan li Pakîstanê, Efğanîstanê, Yemen û Somalî, bi behana mîlitan û terorê, ev çend sal e bi hezaran sivîl qetil kirine. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be