Qetlîama Hîccê hat şermezarkirin

Qetlîama ku li Yemenê ji teref hêzên koalîsyonê ve hat kirin li Sanayê hat şermezarkirin.

Hêzên koalîsyonê yên ku Siûd ji wan re pêşîvantî dike berî vê çend rojan li Hîcceya Yemenê êrîşî sîwîlan kiribû û di êrîşa ku hatibû kirin de exlebeyê wan zarok û pîrek 40 kes hatibûn qetilkirin.

Ev qetlîama ku ji teref hêzên koalîsyonê ve hatibû kirin ji teref pîrekên Yemenî ve hat şermezarkirin. Pîrekên Yemenî yên ku xwe berdan kolanan lenet li Amerîka û îsraîlê anîn.

 Pîrekeke Yemenî  li ser navê pîrekên ku li kolanê kom bûbûn axivî û destnîşan kir “ Îttîfaqa Siûdî ev 4 sal in ku êrîşan dibe li ser Yemenê û qetlîm û wehşetan dike. Ji ber van êrîşan bi sedan pîrek û zarok cihekî xwe lê bisitirin digerin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e