Qetlîama medresê ya ku ji teref Amerîka ve li Efxanistanê hat kirin nayê jibîrkirin

Qetlîama ku berî vê salekê ji teref Amerîka veli Kunduza Efxanistanê hat kirin û tê de zêdetirî 100 kesên sîwîl hatin şehîdkirin nayê jibîrkirin.

Dema ku dîrok 3yê Nîsana sala 2018an nîşan dide Amerîkayê îşxalker û emperyalîst li Kunduza Efxanistanê bi balafiran êrîşî medreseyekê kir û zarok, xwendevan û xoce di nav de zêdetirî 100 kesên sîwîl qetil kir.  Raya giştî û çapemenîya cîhanê wek wan qetlîamên berê xwe li ber vê qetlîamê kerr û lal û kor kir û dnegê xwe ji Amerîkayê re nekir.

Ji êrîşa ku ji teref Amerîka ve hat kirin re Talîban hincet hat nîşandan; lê belê kesên ku hatin şehîdkirin hema hema tev zarok û xwendekar û yên din jî kesên sîwîl bûn. Kesên ku hatibûn şehîdkirin wê rojê hazirî dikirin ku îcazeta xwe werbigirin.

Ji ser vê qetlîamê salke derbas bû lê belê hêj mesûlên vê qetlîamê j edaletê re nehatin teslîmkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin