Zulm û wehşeta Bûdîstên Myanmarê, li ber çavê dinyê eşkere dewam dike. Çendakî berê keşeyên Bûdîstan meşiyabûn da ku muslumanê Araqanê ji welêt bên qewirandin. Ji 1942an vir ve zulm û qetlîam li van muslumana tê kirin. Digel dinya, musluman jî ji vê rewşê re bêdeng in. Halbûkî van muslumanan di tarîxê de, li Araqanê dewleta Îslamê avakirine.
Li ser îfade û beyanê şahidan, evan tişt li Myanmarê diqewimin:
-Bi deh hezaran musluman di hepsan de îşkence dibînin. Bûdîstên har, dest dirêjî jina dikin.
-Camî, mescît, gund û xanî dişewitin. Ên hene jî, Bûdîst nahêlin tamîr bibin. Kesê bê îzin tamîr bike, kare heta 6 salan jî li wî ceza pere û hepsê bê birîn. Ev 20 sal e nehiştine camî bên avakirin.
-Muslumanê Araqanê, ji wan kî bimre yan bê dinyê ji bo wî vergî û bacê dide dewletê, fotoğrafên ferdên malê mecbûren divê her sal bidin dewletê.
-Nikarin bê îzin herin gundekî din. Êvarê piştî neha nikarin derkevin derve.
-Her wiha nikarin bê îzin û bê bace bizewicin û kargeh vekin. Eger cîyê kar vekin jî, mecbûren divê Bûdîstekî bê sermaye bikin şerîkê karê xwe.
-Mal û heywan û dar û fêkî ên dewletê ne, divê ji bo wan bacê bidin dewletê. Musluman nikarin herin nexweşxanên dewletê. Nikarin di karin resmî de bixebitin. Yesax e ku bibin xwedî telefon û înternet û wesaît.
-Huviyet û nasnama muslumana, heqê wanî wetendaştiyê tune ne.
Digel van zulm û neheqiyan, keç û zarokan direvînin. Tê gotin ku qîzan ji bo fihûşê bifrişon û zarokan jî ji bo gurçik û azayên wan direvînin. Muslumanê ku ji zulma wan direvin xwe dighînin qempên multeciyan, li wir jî perîşan dibin. Ji aliyê, ğida, sihhet, xwendin, cil û berg, xwendin û îbadet ê ve gelek tengasiya dibînin.
Tê îfade kirin ku piştî ziyareta wezîr Ehmed Davutoğlû, Bûdîst hartir bûne. Bi sedan muslumanê Araqanê îltîcayî Qaraçiya Pakîstanê kirine.