Qeza Trafîkê

Qeza TrafîkêLi Çolîk Wesaît Gindirî Kendalê: 4 Mirî 8 Brîndar

Li  Bîngolê qezayek dilsoj qewimî. di qezayê de 4 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn.

Li gor xeberan hat gotin ku mînîbosek ji Bîngolê ber bi Kanîreşê ve diçe. Di rê de piştî ku tekerê wê diteqe, li dora gundê Elmaliyê digindire şerempolê. Di qezayê de, ajotvan û sê rêwî can didin. 8 kesê din jî birîndar dibin. Brîndaran radikin nexweşxana dewletê ya Bîngolê.

Hat diyar kirin ku ji birîndaran  rewşa du kesan giran e,  lê rewşa nexweşên din baş e.

Li aliyê din li Enqerê li navçeya Elmadağê jî, sê kesên ji bo hênkayiyê ketibûn goletê, tê de fetisîn. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Sêrtê di navbera du malbatan de pevçûn: 8 birîndar
Karwana Hêviyê rûyê zarokê hewcedar kenand
Dibe ku sedema êşa diranan ne ji ber dirana be
67 gumanbarî ameyî girtene
Kermeseke xêrê hat li dar xistin