Qeza û Fetisîn

Li Erzeromê Otobosek Qelibî, Li Tarsûsê Jî 3 Ciwan Di Kanalê De Fetisîn

Li gor xeberan hat diyar kirin ku li Erzeromê, otoboseke rêwiyan, ji rê derket û gindirî çem. Di qezayê de 5 kes mirin, 44 kes jî birîndar bûn. Qeza li navçeya Tortûmê pêk hat. Otobosa ku ji pirê gindirî çem, pelixî.

Di heyama qezayê de 5 kes li devera hadîseyê, mirin. 44 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar bi helîkopter û ambûlansan, rakirin nexweşxana. Berî niha jî gelek qeza li wir qewimî bûn. Ji ber vê yekê, xelk dixwaze çarekê jê re bê dîtin.

Li aliyê din li Tarsûsê jî, keçeke 8 salî ket kanala avdanê ya DSÎyê.  Du heb xort li pey hev, ji bo xelasiyê xwe avêtin avê. Lê ew jî bi ber pêlên avê ketin. Her sê ciwan jî, di kanala avê de fetisîn. Cesedê wan, dûre ji teref ekîban hat derxistin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Sêrtê di navbera du malbatan de pevçûn: 8 birîndar
Karwana Hêviyê rûyê zarokê hewcedar kenand
Dibe ku sedema êşa diranan ne ji ber dirana be
67 gumanbarî ameyî girtene
Kermeseke xêrê hat li dar xistin