Qoricîyê ku aqil avêt ji malbata xwe 2 kesan kuşt û 2 kesan jî birîndar kir

Li Kanîreşa Bîngolê qoricîyê ku aqil avêt malbata xwe da ber guleyan, di encama bûyera ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Kanîreşa Bîngolê qoricîyê ku aqil avêt malbata xwe da ber guleyan, di encama bûyera ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin qoricîyê bi navê Omer Dînlerê ku li malê bi xanima xwe re munaqeşe kir aqil avêt. Dînlerê ku aqil avêt bi çeka xwe gule reşand li ser malbata xwe.

Di encama bûyera ku pêk hat de Omer Dînler xanima xwe ya bi navê Songul Dînler û lawê xwe  Efekan Dînler  kuşt û lawên xwe yên bi navê Fatîh Dînler û M. Yusuf Dînler  birîndar kir.

Kesên birîndar li nexweşxanê tên dermankirin.

Hat hînbûn qoricîyê ku aqil avêtibû teslîmî hêzên ewlehîyê bûye.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn