Qûtbûna ceyranê li Venezuelayê dibe sedema mirinan

Qûtbûnên ceyranan ên ku tê diyarkirin ji ber êrîşa sîber ê Amerîka pêk hatine 36 kesên ku li Venezuelayê di nexweşxanê de dihatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin qûtbûnên ceyranan ên ku tê diyarkirin ji ber êrîşa sîber ê Amerîka pêk hatine 36 kesên ku li Venezuelayê di nexweşxanê de dihatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin exlebeyê kesên ku jiyana xwe ji dest dane pitikên ku hêj nû hatine dinyayê û tê dermankirin in. Li Venezuelaya ku li 23 parêzgehên wê ceyran qût bûye welatî ji bo karibin ji jenetoran re sotemenî bistînin berê xwe dan sotemenîfiroşan û ketin rêzê. Her wisa ji ber tunebûna ceyranan her ku diçe problem zêdetir dibin. Ji ber ceyranê seferên balafiran hî hatin betalkirin.

Nîcolas Maduroyê Serokê Dewleta Venezuelayê derbarê mijarê de destnîşan kir “Ev bi şikleke eşkere şerê ceyranê ye. Ew emperyalîzma ku Amerîka jê re pêşîvantî dike dê têk biçe.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn