RAPORA UN Ê

Mufettîşên teşkîlata dewletên Yekbuyî, der barê rewşa Sûriye de, rapor amade kir

 RAPORA UN Ê
DEWLETÊN YEKBUYÎ: ESED SÛCÊ HERBÊ DIKE

Mufettîşên teşkîlata dewletên Yekbuyî, der barê rewşa Sûriye de, rapor amade kir. Di raporê de hat gotin ku hikûmeta Sûriye, digel mîlîsên Şebîha, sûcê herbê dike.

Mufettîşên heqên însana, rapora xwe ya 102 rûpelî weşandin. Di raporê de wiha hat diyar kirin “Hêzên hikûmetê digel milîsên Şebîha, li dijî însaniyetê sûc dikin, sûcê herbê dikin.”

Mufettîşan, ji qetlîama Hûlayê, ordiya hikûmetê û milîsên Şebîhayê mesûl dît. Mufettîşan da zanîn ku muxalîf jî sûcê herbê dikin feqet ê wan ne di derenca ê rejîma Esed de ye.

Di raporê de hat îfade kirin ku wê lîsteya navên kesên sûcdar di nêzîk de biweşînin.

Li aliyê din li Sûriye şer û rev, nasekine. Teyarên rejîmê, li Azeza navçeya Helebê bomba barandin. Di bombardimanê de, 80 kes hatin kuştin. Dora 100 birîndar sînor derbas kirin, derbasî Tirkiye bûn. Hat îfade kirin ku hejmara multeciyên Sûriye yên li Tirkiyê, bi ser 61 hezarî ketiye. Tê gotin ku li şerîdê sînorê Sûriye, millet ji bo tedaviyê îlacan peyde nake, ji ber vê yekê jî rîska nexweşiyên şewbê heye.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be