Rêjeya bêkarîyê 4,1 puan zêde bû gihaşt ji sedî 14,7an

Rêjeya bêkarîyê di meha sibata sala 2019an de 4,1 puan zêde bû gihaşt ji sedî 14,7an.

Ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve rêjeya bêkarîyê ya meha sibatê hat belavkirin. Li gor daneyên ku ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine belavkirin di meha sibatê de rêjeya bêkarîyê li gorî heman meha sala borî 4,1 puan zêde bû gihaşt ji sedî 14,7an

Di daneyên ku hatin belavkirin de hat diyarkirin di meha sibata sala 2019an de  hejmara bêkaran li gorî heman meha sala borî milyonek û 376  hezar kes zêde bû û hêjmara bêkaran derket 4 milyon  û 730 hezar kesan.

Rêjeya îstîhdamê kêm bû

Hejmara kesên ku hatine îstîhdamkirin di meha sibatê de li gor heman meha sala borî 811 hezar kes kêm bû û daket 27 milyon û 355 hezar kesan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn