Rêjeya bêkarîyê zêde bû

Rêjeya bêkarîyê di meha berfanbarê sala 2018an de zêde bû.

Ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve rêjeya bêkarîyê ya meha berfanbarê hat belavkirin. Li gor daneyên ku ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine belavkirin di meha berfanbarê de rêjeya bêkarîyê li gorî heman meha sala borî ji sedî 3,1 zêde bû.

Di daneyên ku hatin belavkirin de hat diyarkirin di meha berfanbarê ya sala 2018an de  hejmara bêkaran li gorî heman meha sala borî milyonek û 11 hezar kes zêde bû û hêjmara bêkaran derket 4 milyon  û 302 hezar kesan.

Rêjeya îstîhdamê kêm bû

Hejmara kesên ku hatine îstîhdamkirin di meha mijdarê de li gor heman meha sala borî 633 hezar kes kêm bû û daket 27 milyon û 655 hezar kesan.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn