Rejîma Siûdî El Avdeyî dernexist mehkemê û ew bi îdamê darizand

Dr. Abdullah Necel El Avdeyê lawê Selman El Avdeyê dawetvanê Siûdî bêyî ku bê derxistin mehkemê ji teref Siûd ve bi cezaya îdamê hat darizandin.

Hat ragihandin Dr. Abdullah Necel El Avdeyê  lawê Selman El Avdeyê dawetvanê Siûdî ye û ji 10ê Îlona sala 2017an vir ve  hatiye girtin, bêyî ku bê derxistin mehkemê ji teref Siûd ve bi cezaya îdamê hat darizandin.

Abdullah Abdeyê lawê Dr. Abdullah Necel El Avdeyî derbarê mijarê de ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek da û destnîşan kir “ Serdozger parvekirinên bavên min ên li ser twîtterê û xebatên wî yên ilmî û çandî ji xwe re kir bihane û ew bi sûcên bêesil sûcdar kir û di vê rûniştina mehkemê de jî bi israr ji bo bavê min cezaya îdamê xwest.

 Parêzerên dozê jî derbarê mijarê de ji Parîsê daxuyanîyek belav kirin û destnîşan kirin El Avde bi polîtîkaya zilmê ya Siûdî tê darizandin û ew bikarin ku ji nişka ve ew bê îdamkirin ku ev yek êrîşek e ku ji teref rejîma Siûd ve azadîya fukr û ramanê tê kirin e.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir