Rewşa Libyayê

Li Libyayê Beriya Hilbijartinan Tevlîhevî Didome

Li gor tê zanîn ji hilbijartinê Libya yê ku dê pey Qeddafî cara ‘ewil bê kirin hefteyekê ma. Lê belê Komîsyona Hilbijartinê a Bilind ji alî kesên bi sîleh ve bi ser de hati girtin. Ji ber vê yekê tevlî hevî çiqas diçe zêde dibe.

Li gor hatiye hînkirin protestovanên bi sîlah ku ji mara wan dora 300 kesî bûye, li bajarê Bîngazî êrîşê Buroya Komîsyona Hilbijartinê a Bilind kirine; êrîşkeran kompîter û ewraqên hilbijartinê û sindoqên hilbijartinê yên li wir şewitandine.

Protestovanên ku dixwazin welat bi sîstemeke federe bê îdare kirin, ji serekê Konseya Millî Mustafa ‘Ebdulcelîl re tepkiya xwe nîşandan. Protestovanan gotin: "Divê ‘Ebdulcelîl guh bidana xwestekên gel. Heger ew li ba gelê xwe bisekiniyana û wan guhdarî bikirana dê ev bûyer derneketina.”

Protestovan dixwazin ku, weke sala 1963êyan Trablûsgarp, Fîzan û Sîrenayka ji alî îdareyên xweser bêne îdare kirin.

Gelê Libyayê, di hilbijartinên Heftê Tirmehê de dê 200 endamên Meclîsa Millî hilbijêrin. (Muhammed Sebatî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be