Rewşa Misrê

Serekcimhûr Mûrsî Ye, Millet Zaferê Pîroz Dike.

Li Misrê zafera namzeta Îxwanul Muslîmîn Muhammed Mursî, hat îlan kirin. Beriya îlankirinê, digel zext û zordariya konseya eskeriya Misrê, Millet herikî meydana Tehrîrê. Hinek kesan kefen li xwe kirin û gotin “eger zafera Muhammed Mursî neyê îlan kirin, em ji mirinê re hazirin.”

Li ser qirara millet û Îxwanul Muslîmîn, îdara hilbijartinên ya Misrê, netîca hilbijartinê beyan kir. Bi vî awayî zafera Muhammed Mursî hat îlan kirin. Berî niha eskeriya Misrê, der û dora mala Mursî dorpêç kiribû. Di tarîxa Misrê de, cara ewil e ku yekî sivîl dibe serekcimhûr. Ji ber vê yekê, li Misrê ji teref millet ve, bi coşek mezin vê zafer tê pîroz kirin. Millet bi şev meydana Tehrîrê terk nekir.

Li aliyê din, ji Îranê heta Hamasê gelek welatan, teşkîlata hevkariya Îslamê, hereketa Mustezefan,  namzetên din yên Misrê, heta konseya eskeriya Misrê jî, Muhammed Mursî tebrîk kir. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin