Li rexekî wê okyanûs, li rexê din rejima leşkerî a bûdîst û milîsên wê ku dor li civake kî girtine. Civakekî wisa dê pişta xwe bide çi? Arakaniyan, tam weke muhacirekî li hêviya ensarên xwe ne.
Ji Remezanê re du roj man... Di malan de hazirî têne kirin, li sûkan, marketan stokên xwarinan, di dan û sitendinê de pêşveçûn heye. Nav rojê rojî û pey banga meğrîbê êdî fitarî heye, dê zikê me têr bibe...
Remezana ku ji bo me van şahî û xweşiya îfade dikin, gelo ji bo musulmanên Arakanê tê çi me’neyî? An jî hûn dixwazin em bi awayekî din bipirsin: “Ev Remezana çenda ye ku gelê Musulman yên Arakanê li hêviyê ne?” Ji nefya sala 1941 û duduyan vir ve nefya gelê Arakanê bi bal Bangledeş û welatên wek wê ve didome. Her roj qetlî’am û nefyeke nû. Her roj hinek Musulman bi hêviyeke ku bi awayê komên biçûk di okyanûsê de bi rê dikevin û dibên: Ya Nesîb, vêcarê rêya ka bê biçe bi kîjan aliyê de.”
Lê tecawizên li gel tên kirin. Her roj li ber çavê Musulmanan jin û qîz têne îhlal kirin. Êşa Musulmanekî ku vê zulmê temaşeke barekî çiqas mezin li ser pişta ye?
A rast Musulmanên Arakanê di bin zulmeke gelek mezin de ne ku minaka wê dîrok nedîtiye. Arakanî êdî hêza wan a berxwedanê ji zûve qediya ye. Jê re tê gotin: Ev der ne welatê te ye, tu ne ji me yî... Arakanî wek muhaciran li hêviya ensarên xwe ne. Gelo roja qiyametê emê li hizûra Xweda karibin bêjin: Ya Rebbî Wellahî em nizanîbûn? Xebera me ji wan birayê me nînbû? An dema me ev bahane gotin gelo wê çiqas ji me bê qebûl kirin? Birano ma qey ji bo wan birayê me du’ayek jî ji destê me nayê, an alîkariyeke maddî? Qey Xweda dê vê ‘ecziyetê ji me qebûl ke?
(Muhammed Sebatî/Bangaheq)