Li paytexta Sûriyê, li Şamê, di navbera muxalîf û artêşê de pevçûn şiddeta xwe zêde dike. Tê diyar kirin ku li mehella mezzeya li paytextê, ji danê sibê heta niha bûyerên teqînê pêk tên. Tê gotin ku ji duh heta niha di operasyonên artêşa sûriyê de ji 300 kesî zêdetir mirov hatine kuştin. Artêşa Azad a Sûriyê îlan kir ku li nêzî Meclîsê ya li mehella Mezzeyê 2 wesaîtên bi zirx hatine xistin. Tê diyar kirin ku li mehella Meydanê a paytextê jî êrîşên giran têne li dar xistin. Ji Kabûn û Kafr Sûsayê jî xeberên pevçûnan tên. Artêşa Sûriyê jî rêyên nêzî qampên Seyyîde Zeynep û Filîstînê birî û gelek nîşangir bicih kir. Qesra Serekatiyê jî bi tanqan tê parastin.
Ji bilî paytext li gelek bajarên Sûriyê operasyonên artêşê didome. Li gor agahiyan, ji duh heta niha di operasyonan de zêdeyê 300 kesî mirine.
Di hêla dî de Konseya Ewlehiyê a Milletên Yekbûyî îro dîsa ji bo Sûrîye dicive. Ji bilî van bûyer û hadîseyan reva xelqê ji Sûrîye jî didome. Îro jî zêdeyê 140 kesî ji Sûrî hatin Tirkiye.
Serekwezîrê Tirkiyê û serekê Rûsya jî do li ser mijara Sûrîye hevdîtinek kirin. Pey hevdîtinin her du aliyan jî beyanat dan. (Muhammed Sebatî/Bangaheq)