Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Girtîyên siyasî dibin hedefa îstîsmarên giran

Ji teref Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve derbarê kesên ku li Misirê bi hincetên siyasî di hucreyan de tên girtin de hat destnîşankirin girtî bi salan di hucreyên ku bes kesek dikevîyê de dibin hedefên îstîsmarên bedenî.

Di lêkolîna ku derbarê girtîyên li Misirê hat kirin de bi malbata 91 mehkûman re hevdîtin hat kirin û li 14 girtîgehan tehqîqet hatin kirin.

Di encama lêkolîn û tehqîqetên ku hatin kirin de rewş ji teref Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve wek raportek hat weşandin. Di raporta bi sernava “Eciqandina însanetîyê:  Îstîsmarkirina cezaya hucrê ya yek kesane” ya ku hat weşandin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin girtîyên ku bi hincetên siyasî hatine girtin bi salan di hucreyên yek kesane de tên girtin û îstîrmarên bedenî yên giran li wan tên kirin. Di berdewama raportê de derbarê mijarê de hat diyarkirin aktîvîstê mafên însanan  di tecrîdê de tên girtin, rojnameger û muxalif ji teref gardîyanan ve tên derbkirin, serê wan tê xistin nava bîdona ku bi pîsîtîya însên dagirtî ye û dibin îstîsmarên bedenî yên bi dehşet.

Dîrektorê Kampanyayên Afrîkaya Bakur a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Najîa Boumaîm jî di daxuyanîya ku derbarê mijarê belav kir de wiha got: “Li gor hiqûqa navneteweyî cezaya hucrê yek kesane çaresya dawî ye û bo dîsîplînê ye. Encax rayedarên Misirî vê yekê bo mahkûmên  sîyasî wek cezayeke pêvek a “tirsdar” tetbîq dikin.”(ÎLKHA)
 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû