ROJA QUDSÊ
SAZÎ Û KOMELÊN SIVÎL MILLET DAWETÎ BEYANATA MEDYAYÎ DIKIN
Wekî tê zanîn îna dawîn ya meha remezanê, roja Qudsê ya cîhanê ye. Ji teref Îmam Xumeynî ve hatibû îlan kirin daku musluman ji bo Qudsê xeyretkêş û hişyar bin.
Der barê roja Qudsê de hinek saziyên sivîl beyanat weşandin. Di beyanatê de millet gazî xwendina beyanata medyayî kirin. Li Diyarbekir platforma Qudsa Azad, bi gelek sazî û komelên sivîl, piştî nimêja înê li pêş Camiya Mezin beyanata xwe dixweyne. Kordînatorê platformê û gaziyê gemiya Mavî Marmarayê Fikrî Karavîl, xelkê dawetî xwendina beyanatê kir.
Komela Îkra-Der a şaxa Wanê jî, li ber camiya Hz. Omer beyanatê dixweyne. Serekê komelê M. Necîb Îlbay da zanîn ku wê ji bo mezlûm û mustezefên cihanê û bilxasse ji bo Qudsa mubarek, xwendina beyanata medyayî li dar xin. Hemî millet gazî beyanatê kir.
Li Batmanê jî platforma heq û azadiyan, beyanatê sibê li meydana Cimhûriyetê saet di 5ê êvarê de dixweyne. Hemî millet dawetî xwendina beyanatê kir û wiha diyar kir “Li ber zulm û qetlîamên li herêma me li Sûriye li Araqanê li Filîstînê û li devereke din, em tepkî û berteka xwe nîşan bidin. Bila careke din birîna Roboskî nû nebe. Ne gellê me ne jî tu gellê din bila zulm û qetlîam nebîne.”