Meclîsa Belediyê, teleba guherandina navê ce’da Yavûz Selîm bi Ce’da Şêx Se’îd ku 2 hezar îmze ji bo wê hatibû komkirin girt rojeva xwe.
Ji bo navê ce’da Yavuz Selim bi navê 'Ce’da Şêx Se’îd” bê guherandin kampanyayek ji alî kesên Mehella Nû di mehên borî de hatibû destpê kirin û çarçoveya vê kampanyayê de 2 hezar îmze hatibûn komkirin. Îmzeyên ku hatibûn komkirin du hefte berê hatin teqdîm kirin meclîsa Belediyê.
Meclîsa Belediyê a bajarê Bîngolê van îmzeyên hatine komkirin da ber çava û ewê di rojên pêşî de di vê derbarî de qerara xwe bide.
Sakinên Mehella Nû yên ku vê kampanyayê destpêkiribûn beyan kirin ku vêga bi heyecan li hêviya qerara meclîsa belediyê ne.
Heger navê ce’dê bê guherandin ev yek ji bo belediyên din jî wê bibe emsalek xweşik û bi vî awayî navê kolan û ce’dên Kurdistanê bi navê Rêberên Kurdan bên guherandin. (Muhammed Sebatî/Bangaheq)