Rojnamegera ku pihîn li kesê penaber xist bêsûc hat dîtin

Li Macaristanê mehkemeya bilind, rojnamegera ku pihîn li qizîkeke biçûk a penaber xist û pîyê xwe da ber penaberê ku di hembêza wî da hebû û ew da erdê bêsûc hat dîtin.

Di îlona sala 2015an de komeke penaberan dema ku ji sînora Sirbistanê derbasî Macaristanê dibû Petra Laszloya rojnamegera Macar pihîn li qizîkeke biçûk a penaber xist û pîyê xwe da ber penaberê ku di hembêza wî da zarokek hebû.Raya giştî  ji vê  rojnamegera ku van kiryarên qirêj û dereînsanî kir re bertek nîşan da.

Mehkemeya bilind a Macaristanê wê cezaya bi tecîl a 3 salan a ku ji Petra Laszloya rojnamegera Macar re hatibû dayîn xera kir. Mehkeme diyar kir rojnameger ne ji “êrîşkarî” ji “kiryara nebaş û pîs” dikare bê darizandin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn