Berdevkê Hikûmeta Japonyayê Yoshîhîde Suga di daxuyanîya ku da destnîşan kir Jumpeî Yasudayê rojnamgerê Japon ê ku li Sûrîyê hatibû rehîngirtin hatiye berdan.
Sugayê civîna çapemenîyê tertîp kir, destnîşan ew derbarê mijarê de ji rayedarên Qatarî agahî wergirtin û ew kesê ku tê diyarkirin Yasuda ye li Tirkîyê ye.
Suga di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir derbarê mijarê de malbata Yasudayî hatiye agahdarkirin û rayedarên sefaretê hatine şandin cihê ku ew lê ye.
Tê diyarkirin rewşa Yasudayî baş e.
Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Hatayê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de Walîtî destnîşan kir “23ê Cotmeha 2018an kesekî ku nasname li ser tunebû û ji xwe re digot ku ez welatîyê Japonyayê me di koordîneya yekîneyên ewlehî û îstîxbaretê de hatiye welatê me.”
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ew bendawarin ku ji teref meqamên Japon ve bê teyîdkirin ka ev şexs Jumpeî Yasudayê rojnamgerê Japon ê ku ji rêyên qeçax derbasî Sûrîyê bûbû û hatibû revandin e an na.
Jumpeî Yasudayê rojnamgerê Japon ê ku ji rêyên qeçax derbasî Sûrîyê bûbû ji teref El Kaîdê ve hatibû rehîngirtin û bo bê berdan fîdye hatibû telebkirin, lê belê rayedarên Japonî xwe nedabûn ber vê daxwazê.
ÎLKHA