Rojnameya Siûdî ji pêşîvan û rêberên Îslamê re heqaret kir

Rojnameyeke ku li Siûdî weşanê dike sûretên gelek pêşîvan û rêberên Îslamê weşand û ji bo wan got ku “Ev kes terorîst in û di bintesîra Îxwanê de mane.”

Rojnameya bi navê “Mekke” ya ku li Siûdî weşandê dike û terefdarê rejîma Siûd e heqaret li alim, zana, rêber û pêşîvanên Îslamê  kir.

Rojnameya ku qala wê tê kirin di weşana xwe de nav û sûretên 40 alim, zana, pêşîvan û rêberên Îslamê di rojnamê de weşand û van alim û rêberan di nav “lîsteya terorê” ya qaşo de nîşan da.

Di nav kesên ku sûretên wan hatin weşandin de exlebe kesên ku endamên Îxwanê ne hene. Hinek kesên ku nav û sûretên wan hatine weşandin û wek “terorîst” hatine îthamkirin bi vî awayî ye: Şêx Ehmed Yasîn, Ebu Ala El Mevdûdî, Seyyîd Kutub, Abdullah Azam, Yusuf El Kardavî, Alî Karadaxî, Xalid Meşal, Îsmaîl Henîyye, Yahya Sînwar, Muhammed Bedîî, Muhammed Bîltacî, Muhammed Mursî.”

Ji ber ku ji ser medyaya civakî ji rojnameya ku vê heqaretê li alim û pêşîvanê Îslamê re kiriye bertekên tund hatin nîşandan rojname mecbûr ma ku xebera ku qala wê tê kirin ji weşanê rabike.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin