Rûhanî: Amerîka dê poşman bibe

Serokkomarê Îranê Rûhanî destnîşan kir “Ger Amerîka ji peymana nukleer vekişe dê poşman bibe.”

Hesen Rûhanîyê Serokkomarê Îranê derbarê peymana nukleer a ku di sala 2015an de bi Amerîka re hat kirin de destnîşan kir her gava neyînî yên ku dê Amerîka di vî warî de bavêje dê bêbersiv nemîne.

Rûhanî di berdewama daxuyanîyê de diyar kir  planên wan bi xwe jî derbarê wan qerarên ku Trump dide de hene û dû re wiha got: “ Ger Amerîka ji peymanê vekişe dê poşman bibe. Em ê bi tu kesî re derbarê çek û parastina xwe de nekevin nîqaşê. Tu kesî eleqedar nake em bo parastina xwe qerarên çawa distînin. Em ê li gor pêdivîyên xwe çek û mûşekan hilberînin û dê tesîsan ava bikin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn