Rûhanî: Heta ku Washington venegere şert û mercên asayî dê pê re gotûbêj neyê kirin

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî di daxuyanîya xwe ya ku wek bersiv da daxuyanîya Pompeo de destnîşan kir “Heta ku Washington venegere şert û mercên asayî dê pê re gotûbêj neyê kirin.”

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mîke Pompeo berî di daxuyanîya xwe ya ku belav kiribû de destnîşan kiribû ew bêşert û merc amade ku bi Îranê re gotûbêjê bikin.

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî bersiv da daxuyanîya Pompeo û destnîşan kir “Ew terefê ku ehemîyetê nade gotûbêjan, şertên peymanê îhlal dike divê vegere li ser sihra berê. Heta ku ew venergin li ser sehra berê ji berxwedanê pê ve tu vebijêrk li ber me tune ye. Heta ku Washington venegere şert û mercên asayî dê pê re gotûbêj neyê kirin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn