Rûhanî li dijî Amerîkayê banga hevkarîyê li welatên Yekîtîya Ewrûpayê kir

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li dijî “helwesta Amerîka ya yekalî” banga hevkarîyê li welatên ku endamên Yekîtîya Ewrûpayê ne kir.

Hesen Rûhanîyê Serokomarê Îranê li dijî “helwesta Amerîka ya yekalî” banga hevkarîyê li welatên ku endamên Yekîtîya Ewrûpayê ne kir û ji wan daxwaz kir li dijî helwesta Amerîka li ba Îranê bin ku ew ê  hevkarîya Îran û Yekîtîua Ewrûpayê dê bibe temîneta îstîqrar û aştîya navneteweyî.

Rûhanî derbarê mueyîdeyên ku dê di 5ê Mijdarê de li dijî Îranê bên destpêkirin de û derbarê helwesta welatên ku terefên peymana nukleer in de ji Rojnameya Îngîlîz The Fînancîal Tîmes re gotarekê nivîsandin. Rûhanî di gotara xwe de diyar kir helwesta birêveberîya Washîngtonê gefê li îstîqrara navneteweyî dixwe.

Rûhanî di berdewama gotara xwe de derbarê helwesta Trump de jî wiha got: “Ew tewr û helwesta tahrîqkar a Trump a ku li hember muteffîkên xwe bi kar tîne, destnîşan dike ku ew helwesta wî bi pergala dinyayê xetereyeke çi qas mezin e.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû