Rûsya êrîşa ku li Îdlîbê hat kirin tesdîq kir

​Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê Îgor Konaşenkov desnîşan kir bi balafiran Îdlîb hatiye bombebarankirin.

Îgor Konaşenkovê Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê derbarê êrîşên ku ji teref wan ve li Îdlîbê hatine kirin de daxuyanîyek belav kir. Konaşenkov di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir Îdlîb ji teref balafirên wan ên şer ve hatiye bombebarankirin.

Konaşenkov di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “4 balafirên Rûs ên ku di 4ê Îlonê de ji Balafirgeha Hmeymîmê rabûn li Îdlîbê mewzîyên ku aîdî El-Nûsrayê bûn bombebaran kirin.Êrîş li wan depoyên ku tê de balafirên bêînsan hebûn hat kirin.”

Konaşenkov di daxuyanîya ku da de derbarê kuştina kesên siwîl de tu malûmat neda ku ev yek balan kişand li ser xwe.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn