Rûsya: Pêwendîya me bi balafira ku 14 leşkeran vediguhast re qut bû

Wezareta Parastinê yê Rûsyayê destnîşan kir pêwendîya wan bi balafira ku 14 leşkeran vediguhast û ji Balafirgeha Hmeymîna Sûrîyê bi hewa ketibû re qut bûye.

Ji teref Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ve derbarê balafira Rûsî ya ku xeber jê nayê standin de daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de derbarê mijarê de hat destnîşankirin pêwendîya wan bi balafira ku 14 leşkeran vediguhast û ji Balafirgeha Hmeymîna Sûrîyê bi hewa ketibû re qut bûye.

Di berdewama daxuyanîyê de wiha hat gotin: “Bi seata Moskovayê di seat 23.00an de pêwendîya me bi balafira IL-20 a ku 14 leşkeran vediguhast re qut bû.”

Di daxuyanîyê de hat diyarkirin dema ku balafir winda bû û pêwendî qut bû di heman demê de siyonîst îsraîl bi balafiran êrîşî Sûrîyê kiriye û ji keştîyeke Fransayê jî mûşekek hatiye avêtin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir