Saglam: Teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê li hember îradeya xelkê serîhildan bû

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê di daxuyanîya ku ji ber minasebeta salvegera teşebûsa darbê weşand de destnîşan kir “Teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê li hember îradeya xelkê serîhildan bû.”

Ji ser teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ya ku bi piştevanîya Amerîkayê hat kirin 3 sal derbas bûn. Di salvegera teşebûsa darbê de ji teref Serokê Giştî yê HUDA PARê ve daxuyanîyek hat weşandin. Saglam di daxuyanîya ku belav kir  de destnîşan kir “Teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê li hember îradeya xelkê serîhildan bû.”

Saglam di daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir dengê wan kesên ku terefdarên teşebûsa darbê bûn ji dengê wan kesên ku dijberên darbê bûn zêdetir derdikeve ku ev yek jî manîdar e. Saglam dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ew mulakat û lêpirsînên ewlehîyê ya ku ji bo darbekeran hatibû anîn hêj wan kesên ku dijberên teşebûsa darbê bûn mexdûr dike.”

“Xelkê me yê Misliman bi bawerîya xwe li dijî teşebûsa darbê sekinî ku divê ev yek neyê jibîrkirin”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ger teşebûsa darbê bi ser ketibana ew ê ev yek gelek tiştan bi însanên me daba windakirin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Encax hemd ji Xwedê re darbeker negihaştin miradê xwe û ew berxwedana ku bi tekbîran hat welêt ji felaketeke mezin rizgar kir. Xelkê me yê Misliman bi bawerîya xwe li dijî teşebûsa darbê sekinî ku divê ev yek neyê jibîrkirin. Dîsa divê neyê jibîrkirin qehremenê esil ec xelkê ku bi tekbîran li ber xwe da û nirxên wî yên manewî ye.”

“Şîfreya berxwedanê Allahu Ekber bû”

Saglam di dawîya daxuyanîya xwe de diyar kir şîfreya berxwedanê “Allahu Ekber” bû ku ger ev neyê dîtin ew yek piştguhkirina berxwedanê ye. Saglam dû re wiha dawî li daxuyanîya xwe anî: “Ji ber minasebeta salvegera teşebûsa darbê ji Xwedê, ji bo temamê birayên xwe yên ku di wê rojê de di oxira bawerîya xwe şehîd bûn rehmetê teleb dikim. Rebbê min welatên Îslamê ji zalim û xaînan muhafeze bike."

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Lazim e ku mifredatekî li gorî nirx û hêjayên me bê amadekirin
Ji Serokê Giştîyê HUDA PARê Yapicioglu peyama 1ê Gûlanê
Ji teref HAMASê ji bo şehîdê Qudsê “Hasan Saklanan” daxuyanî hat belavkirin
Ambûlans û wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Pîrejina ku dûçarî êrîşa kûçikan ma bû jiyana xwe ji dest da