Şahîn: Ji Partîya Saadetê heta niha tu teklîf nehatîye

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahîn, daxuyanîya Serokê Giştî yê Partîya Seadetê Karamollaoglû ya ku “Kesên nêzî HUDA PARê dikarin di lîsteyên me de cîh bigrin” nirxan û îfade kir ku heta niha teklîfeke wisa ji wan re nehatîye.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Saît Şahîn derbarê, daxuyanîya Serokê Giştî yê Partîya Seadetê Temel Karamollaoglû ya kû îfade kiribû ku “Hin kesên nêzî HUDA PARê dikarin di lîsteyên Partîya Seadetê de cîh bigrin” nirxand.  

Şahîn, destnîşan kir ku ev tiştê Karamollaoglû anî rojevê wî jî ji çapemenîyê bihîstîye û wiha got: “Heta niha di vî warî de tu teklîfên ji Partîya Seadeta hatîye partîye me tineye.”

Li ser pirseke di warê HUDA PARê de Karamollaoglû wiha bi cewab kir: “Di hevdîtinên me yên heta niha de tiştekî wisa nehatîye rojevê lê belê dive ku were rojevê jî, kesên nêzîkî wan dikarin di lîsteyan de cîh bigrin.”

ÎLKHA

 


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû