Gelê Herêma Kurdîstanê, di 5ê Adara 1991an de, bi tevlî pêşmerga li ber Seddamê zalim û dîktator rabûbûn. Zalimê Seddam, li ser vê serhildanê tevlî çekên kîmyasalê, gelek zulm û wehşet rast kir. Bi sed hezaran Kurd, xwe avêtin sînorên Îran û Tirkiyê.
Li ser salvegera vê rojê serekê herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî peyamek weşand. Di peyama xwe de wiha got: “Di sala 1991an de Gelê Kurd bi awayekî yek deng û yek tewr, dest bi serhildanê kir û bi vî awayî serkeftineke gelek muhim û dîrokî bi dest xist. Hilbijartina parlemen û Hikûmet û biryara federalîzimê jî, her di sala han de hatiye dayîn û ev yek jî destkefteke din ya muhîm e ji bo Gelê me.”
Ji rojnameya Globe û Hewletîya Kurdî Cewad Qadir jî weha got “Ev serhildan di dîroka Kurdan de yekane ye. Netîceyên vê serhildanê avakirina hikûmeta herêma Kurdistanê ye. Beriya wê, Kurdan di avakirina hikûmeta herêmê de serkeftî nebûne.” (Ferman Çiyayî- Bangaheq)