Şaredarê AK Partîyî sihêvan ji dikandaran re kir

Şehmus Nasirogluyê Serokê Şaredarîya Midyada Mêrdînê yê AK Partî ye, sihêv û heqaretên giran li wan dikandarên ku derd û kulên xwe ji ber kêmasîya binesazîyê ji endamên çapemenîyê re vegotibûnkir.

Doh piştî ku li navçê baran barîya dikanên gelek dikandaran di bin avê de man û dikandar şepirze û mexdûr bûn. Şehmus Nasirogluyê Serokê Şaredarîya Midyada Mêrdînê îro dema ku li sûkê digerîya nûçegihanê ÎLKHAyê xwest derd û kul, gazin û şikayetên dikandaran jê re bibêje. Nûçegihan jê re got “Dikandar ji ber avê gazinan dike, dibêjin ku dikanên wan di bin ava kanalîzasyonê de dimîne, gelo bo vê yekê çareserîyeke we heye?”

Nasiroglu ji ber van gotinên ku jê re hatin gotin wisa got: “Temam, ma çi bi serê we ketiye? Herin ji MARSUyê re bêjin. Kîjan p...nk gotibe bila ew here ji MARSUyê re bibêje. Tu eleqeya me pê re tuneye. Ew qe… k… qe..an, ew kurê o… her roj heman tiştî dibêjin. Bila here ji MARSUyê re bêje.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e