Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekirê biryara xerakirina 4 camîyan da

Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekirê derbarê camîyên ku ku di wextê qayyûm de li Kayapinarê hatin avakirin de bi qerara meclîsa şaredarîyê fermana xerakirinê derxsit.

Hat ragihandin Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekirê derbarê camîyên ku ku di wextê qayyûm de li Kayapinarê hatin avakirin de bi qerara meclîsa şaredarîyê fermana xerakirinê derxsit.

HDP ji roja ku li Diyarbekirê hatiye şaredarîyê vir ve li gorî qanûna  bajarvanîyê ya di warê avakirina camîyan de hereket nekir û ji bo pêdivîyên gelê Diyarbekir hereket nekir. Di dema ku qayyûm hat serî li Kayapinara Diyarbekirê 12 herêmên ku cihên şînahîyê bûn wek cihê camîyê hatin verastkirin û lê 12 camî hatin avakirin.

Dema ku şaredarî cardin ket destê HDPê, bi biryara meclîsê ji 12 camîyên ku hatine çêkirin derbarê 4 camîyan de fermana xerakirinê derxist.

Serokê Komeleya Xizmetên Dînî ê Diyarbekirê Mehmet Sezaî Saylik derbarê vê fermana şaredarîya HDPyî de daxuyanîyek da. Saylik di daxuyanîya ku da destnîşan kir “ Şaredarîya Bajêra Mezin niha qerara ku di dewra qayyûmê de hatibû standin bi qerara meclîsê betal kir û ew bi vê qerara xwe dixwaze camîyan xera bike û wan deran bike herêmên şînahîyê. Em ji wan re dibêjin, ji vê qerara xwe vegerin. Camî hatiye çêkirin, lê îbadet tê kirin. Divê ji vê yekê re rêzê bigirin.”

Saylik di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew ê walîtî derbarê mijarê de gilîdar bibe.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê