Şaredarîya HDPyî qerara xwe ya kustex xist dewrê

Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekirê navê kolana ku navê Îyaz bîn Xanemê sahabîyêHz. Muhammed lê hatibû dayîn bi navê hukumxarê PKKyî guhart û vê qerara ya kustax û bêedeb xist dewrê.

Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekirê îmze avêt bin qerareke din sosret. Şaredarîyê qerar da ku navê kolana ku  navê Îyaz bîn Xanemê sahabîyê  Hz. Muhammed lê hatibû dayîn bi navê Dr. Îlhan Dîkenê hukumxarê PKKyî yê mirî re bê  guhartin.

Ji vê qerara ku hat dayîn û hat tetbîqkirin re raya giştî bertekên tund nîşan dabû ku ji ber vê yekê  Walîtîya Diyarbekirê derbarê mijarê de destnîşan kiribûn “ev qerara li dijî hukmên mewzûatê ye” qerara xwe ji teref şaredarîyê ve hatibû dayîn red kiribû.

Lê belê digel qerara walîtîyê û bertekên ku hatin nîşandan, Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekirê nîvê şevê weke ku di ser cihekî de bigire qerara xwe ya bêedeb û kustax xist dewrê û navê kolana ku navê Îyaz bîn Xanemê sahabîyê  Hz. Muhammed lê hatibû dayîn bi navê Dr. Îlhan Dîkenê hukumxarê PKKyîyê mirî re guhart.

HDPyîyê ku ji Îslamê û nirxên Îslamê re dijmintî dike di wan rojên borî de jî birayara xerakirinê 4 mizgeftên li Kayapinara Diyarbekirê dabû.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin